bazur.forumkurd.net


Join the forum, it's quick and easy

bazur.forumkurd.net
bazur.forumkurd.net
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.
Giriþ yap

Þifremi unuttum

En son konular
» SEN OYURKEN
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPaz Mart 24, 2013 9:02 am tarafýndan BAZUR FORUM

» PARDON
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPaz Mart 24, 2013 8:39 am tarafýndan BAZUR FORUM

» BAZUR
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptySalý Þub. 22, 2011 11:21 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» teskur yazisi )))))))))))
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyCuma Aðus. 20, 2010 10:59 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» toplu siteler
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyÇarþ. Aðus. 11, 2010 11:13 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Grup seyran ez nizanim
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPerþ. Kas. 26, 2009 8:33 pm tarafýndan rustemizal

» Koma Dilan - Serisi 5 Albüm (Rapid)
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptySalý Ekim 27, 2009 8:43 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Koma Þirvan - Serisi 12 Albüm (Rapid)
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptySalý Ekim 27, 2009 8:22 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Koma Çiya - Serisi 7 Albüm (Rapid)
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptySalý Ekim 27, 2009 8:14 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Koma Kurdi (Direkt Indir+RS)
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPaz Eyl. 20, 2009 10:46 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Kurdish music Jamshid
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPtsi Aðus. 17, 2009 10:44 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» hasan serif
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPtsi Aðus. 17, 2009 10:43 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» chopy xan konser
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPtsi Aðus. 17, 2009 10:39 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» mrb arkadaþlar banada yer varmý aranýzda
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPerþ. Haz. 18, 2009 2:49 pm tarafýndan zozan_helin

» arka pilan
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyCuma Haz. 12, 2009 11:32 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Kürt Remzi - Limin Cano - Keko Vare [Rapid+Zshare]
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPtsi Haz. 08, 2009 4:24 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Koma Mizgin - Serisi 5 Albüm [Rapid]
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyPtsi Haz. 08, 2009 4:21 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Murat Bektas - Serisi 11 Albüm [Rapid+Uploaded]
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyC.tesi Mayýs 16, 2009 3:22 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Koma Sirvan - Serisi 7 Albüm
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyC.tesi Mayýs 16, 2009 3:16 pm tarafýndan BAZUR FORUM

» Koma Zerdeste Kal - Serisi 3 Albüm
Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk EmptyC.tesi Mayýs 16, 2009 2:43 pm tarafýndan BAZUR FORUM

Anahtar-kelime

Sosyal yer imi

Sosyal yer imi reddit      

Sosyal bookmarking sitesinde adresi saklayýn ve paylaþýn

Sosyal bookmarking sitesinde bazur.forumkurd.net adresi saklayýn ve paylaþýn

Nisan 2024
PtsiSalýÇarþ.Perþ.CumaC.tesiPaz
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
2930     

Takvim Takvim

Program

Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk

Aþaða gitmek

Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk Empty Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk

Mesaj tarafýndan BAZUR FORUM Ptsi Nis. 27, 2009 4:45 pm

Zanyarê kurd û xebatkarê civakê yê bi nav û deng Mela Mehmûd Bayazîdî sala 1797-a li bajarê Bazîdê (Bayazîd) ji diya xwe bûye. Xortanîyê da ewî Quran xwendîye, di nav edebîyata bi zimanên erebî, farisî û tirkî da kûr bûye û zimanên wan bê qisûr zanibûye.

Ewî lêgerînên xwe yên zanyarî pêþî li bajarê xwe kirîye, paþê jî - li Tewrêzê. Dû rêwîtîya xwe ya li Farizistanê ra, ew vedigere Bazîdê, dibe serwêrê medresê û di nav hemwelatîyên xwe da zû tê naskirin. Lê piþtî, ku serekê eþîra kurda ya bi nav û deng li Bazîdê ji text tê avîtin, ew cîguhastî Erzurumê dibe û li wira karê mamostatîyê berdewam dike. Bayazîdî xwedî qedirekî bilind bûye, bona wê yekê ye, ku navê wî li gelek mizgeft û medreseyên bajarên cuda kirine. Hurmeta wî di nav karmendên dewletê yên Tirkîya Osmanîyê da jî hebû. Hukumdarên sultanîyê çend cara wî wek qasidê xwe þandine bal serekên serhildanên kurda yên li wilayetên Botanê û Hekarîyê bona ku wan ra bikeve nava peywendîyan. Lê jê ra bingehek heye ku em bêne ser wê bawerîyê, ku pevgirêdanên Mela Mehmûd Bayazîdî yên surî (bi dizî) bi serokên serhildanên kurda ra hebûn. Usa xuya ye, ku ewî hewl dida sipartinên hukumetê ne ku ji bo berjewendîyên Tirkîya Osmanîyê, lê ji bo kara kurdên têkoþer pêk bîne.


Hukumeta Tirkîyê destpê kir þik bire ser Mela Mehmûd, ku ew bi isyankira ra girêdayî ye. Wî pêþî sirgûnî Wanê dikin, paþê digrin, davêjine zindanê, lê piþtî 15 roja berdidin. Mela Mehmûdê navdar, wek dibêjin, qedirê xwe di destê xwe da digirt û ne dihîþt, ku cezake ji wê zêdetir bidne wî. Lê dîsa jî ew ber çavê hukumetê ket. Piþtî wê di nav bext û qedera Mela Mehmûd da ecêbên giran bûn.

Dema þerê Rûsîyayê-Tirkîyê (salên 1853-1856) birayê wî þehîd ket. Piþtî têkçûna Tirkîyê, kar û barê kurên wî, ku bazirganî dikirin, her diçû xirabtir dibû. Wan rojên bona M. M. Bayazîdî giran da, zanyar û dîplomatê rûs A. D. Jaba hewara xwe li wî dadixe û daxwaza alîkarîyê jê dike. Di gulana sala 1856-a da ew dibe konsûlê Erzurumê. Hema wan çaxa jî akadêmîk A. Dornê ji Pêterbûrgê ji A. D. Jaba ra pêþnîyar dike, ku desthilatdarîya xwe bi kar bîne bona berevkirin û lêkolîna materîyalên bi zaravê kurmancî.

Piþtî sala 1856-a Mela Mehmûd di hêla lêgerînên ziman, dîrok û çanda kurda da dibe mamosta, ronahîdar û karmendê A. D. Jaba. Ew bi alîkarîya kurdên xwendî û xasma M. M. Bayazîdî, gelek destnivîsarên kurdî berhev dike û ji Akademîya Zanyarî ya Pêterbûrgê ra diþîne. Di nav wan da hinek destnivîsarên Mela Mehmûd jî hebûn, ku derheqa dîrok, êtnografîya û zargotina kurda da bûn. Ji wê demê vir da navên zanyarên rûs û kurd gelek cara bi hev ra tê ser zar-zimana û ew nav yekser bi herfên zêrîn ketine nava dîroka kurdzanîyê.

Di salên 1858-1859-an da M. M. Bayazîdî gramera erebî-farisî-kurdî ya Elî Teremoxî (dawîya sedsala XVî û destpêka sedsala XVîî) ber digre (kopî dike) û jê ra pêþgotinekê dinivîse. Di wê da ew derheqa jînenîgarîya Elî Teremoxî da malûmatîya dinivîse, qala hin zanyarên kurd û nivîskarên gramera kurdî dike, derheqa rola xwendina di dibistana da li nav jîyana çandî ya Kurdistanê da tîne ber çava.

Mela Mehmûd yek ji sê xudanên dîyalogên bi kurdî-fransî ye, ku berhemeke bona hînbûna zimanê kurdî ye. Di wê da weke 3 hezar dîyalog hene, ku çend alîyên jîyan û deba kurdên Tirkîyê di sedsala XîX-a da tînine ber çavan. Di wê da malûmatî hene derbarê erf-edet, rabûn-rûniþtina kurda da, îzbatîyên dîrokî yên derheqa eþîretên kurda û tiþtên mayîn da hatine destnîþankirinê.

A. D. Jaba, ku sala 1880-yî da karê wergera wan gotûbêja ser zimanê fransî bi serhevda tîne (xilas dike), di pêþgotina wê da dibêje, ku nîyeta wî heye jînenîgarîya alîkarê xwe yê dilsoz Mela Mehmûd Bayazîdî binivîse. Dibe konsûlê rûsa sozê xwe pêk anîbe jî, ji ber ku ew merivekî ciddî bû, lê destxeta derheqa wê yekê da ne gihîþtîye destê me.

Hema di wan çaxa da M. M. Bayazîdî bi pêþnîyara A. D. Jaba pirtûkeke hewaskar dinivîse bi sernivîsa "Rabûn-rûniþtin û erf-edetên kurda" û wê da derheqa timtêla kurda, dem-dezgê wan, leyîstik û sazbendîya gelêrî, derheqa huner û çanda kurda da radixe ber çavên xwendevana. Ew pirtûk di sala 1963-a bi wergera rûsî ji alîyê kurdzan M. Rûdênkoyê da hatîye çapkirinê.

Ji namên A. D. Jaba, ku ewî þandîye Pêterbûrgê, em pê dihesin, ku bi hîvîkirina wî Mela Mehmûd Bayazîdî wek berdewama xebata dîrokzanê kurda yê bi nav û deng Þerefxanê Bîtlîsî, xebateke dîrokî "Dîroka kurda ya nû" (weke 1000 rûpel) nivîsîye. Di wê pirtûkê da dîroka weke hevtê sala (ji salên 1785-1786 hetanî salên 1857-1858) ya navçeyên kurda yên sereke dihate ber çava. Mixabin, em nizanin çi hatîye serê wê pirtûkê. Xuya ye, ku destnivîsara wergera nîvcîmayî di arþîva A. D. Jaba ya Smîrnê da maye. Tenê wergera fransî ya "Pêþgotina" wê pirtûkê hatîye parastinê, ku A. D. Jaba kirîye û derheqa vê yekê da kurdzan Y. Ð. Vasîlyêvayê gotareke xwe da nivîsîye.

A. D. Jaba bi Mela Mehmûd Bayazîdî ra tevayî koleksîyona destnivîsarên kurdî yên here tam û mezin (weke 50 heb) yên derheqa folklor, dîrok, êtnografîya, zimanê kurda da berev kirine. Ew kolêksîyon weke 90 sala çap ne bûn, hetanî sala 1957-a M. B. Rûdênkoyê ew di xebatên Pirtûkxana Pêterbûrgê ya bi navê Saltîkov-Þêdrîn da ne da weþandinê û naskirinê, lê sala 1961-ê xebateke wê ya bi navê "Derheqa destnivîsarên kurdî yên li Lênîngradê" ronahî dît.

Para koleksîyonê ya here sereke - ew destnivîsarên helbestvanên kurda yên sedsala navîn yên here bi nav û deng Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, destnivîsarên sertaca helbestvanîya kurda "Mem û Zîn"-a þayîrê bi nav û deng yê sedsala XVîî Ahmedê Xanî û yên mayîn in. Di wê koleksîyonê da, ku piranî bi hereket û hewldayîna Mela Mehmûd Bayazîdî hatîye sazkirinê, destnivîsarên usa degme hene, wek em bêjin yên þayîrên mezin Harîs Bîtlîsî, Selîm Silêman, Durfîþanî, Remedanî, Mûrad-xan Bayazîdî, ku kubarîya edebîyata kurda ya klasîk in. Bi saya ewê koleksîyonê em pê hesîyan, ku vêrsîyonên kurdî yên destanên "Leyl û Mecnûn", "Yûsif û Zelîxe", "Zembîlfiroþ" hene.

Bi alîkarîya Mela Mehmûd Bayazîdî A. D. Jaba cara pêþin ferhengên fransî-kurdî û kurdî-fransî û usa jî ferhenga zaravên kurdî yên hekarî-rewandî amade kir.

Mela Mehmûd Bayazîdî di dema karkirina xwe ya here adan da - salên 1858-1859-a bi pêþnîyara A. D. Jaba destpê dike "Þerefnamê" ya Þerefxanê Bîtlîsî ji farisî werdigerîne kurdî, zaravê kurmancî. Ew werger di hêla zanyarîyê da gelekî baldar e. Ya pêþin, ji ber ku ew hetanî niha dîroka bi zimanê kurdî ya tek-tenê ye. Ya duda, destnivîsara Pirtûkxana Rûsîyayê ya gelî (Pirtûkxana dewletê ya berê) da bi destî Mela Mehmûd Bayazîdî hatîye nivîsandin. Kurdzanên Pêterbûrgê ev yek û herwaha ew jî, ku van dehsalîyên paþin li bal kurda, xwesma ronakbîra, daxaza bi zimanê dayka xwe dîroka gelê xwe bixûnin rû daye, dane ber çava û sala 1986-a ew destnivîsar bi cûrê faksîmîlê (teksîr) çap kirin û kirine milkê xwendevanên kurdîaxêv. Di hêlekê da jî ew firsendek e, ku mîrata kedkarê kurda yê sedsala XîX a ra nas bin.

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl
__________________
BAZUR FORUM
BAZUR FORUM
ADMIN
ADMIN

Erkek Mesaj Sayýsý : 3853
Lakap : bazur63
Reputation : 10
Points : 9280

https://bazur.yetkin-forum.com

Sayfa baþýna dön Aþaða gitmek

Sayfa baþýna dön

- Similar topics

 
Bu forumun müsaadesi var:
Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz